Em bi hev re di nav de ne

Çawa SSI bi domandina COVID-19 re bi te re alîgir e

Wek rêxistineke civatî, SSI dê karê xwe bo dîtina rêyên alîkirina endamên civatê bidomîne û dê bike ku ligel mercên jihevdûriyê jî peywendiya bi civatê re baş bihêle. Bi guhertina rewşa COVID-19 (Vîrosa Korona) re, em didin zanîn ku em ê di berdewamiya vê demê de bi ragîhandina baştirîn şûnên alîkirinê (resources) û agahiyan bi te re alîgir bimînin.

Nuha, ji her demê bêtir, divêt em miqayîtiya li hev û dilovaniyê raber bikin û hevgirtî bimînin. Bi hevkariya bi tevdêr û xemxwarina bo hev em hemî dikarin rolekê ji bo selametiya xwe, hev û din û civata xwe bileyizin.

Şûnên alîkirina bikarhêneran (clients) û civatan

Em ê vê rewşê bi derbasbûna demê re her bişopînin da bikaribin bi baştirîn rê bi te re, bi yên te re û bo tenduristiya giştî ya civatê alîgir bimînin. Hinek agahiyên sûdmend û pêvegirêdanên malperî (links) bo alîkirina te derbarê rewşa li holê de. Ta ji dest bihêt em ê wan bi derbasbûna demê re nû bikin.

Xeta Acil bo Agahiyên Tenduristî Derheqê Vîrosa Korona de

Telefone xeta acil Coronavirus Health Information Hotline bike 1800 020 080 ger te agahiyên bo COVID-19 divên û şanên vê nexweşiyê bi te re hene. Xeta bi navê The Coronavirus Health Information Line agahiyên gelemper derheqê Vîrosa Korona (COVID-19) de dide endamên civatê.

Neçe navendên tenduristî yan nexweşxaneyê bêyî agahdarkirina wan ku şanên vê nexweşiyê bi te re hene.

Ev xeta telefonî rojê 24 sa’etan, hefteyê heft rojan vekirî ye.

Bo alîkariya wergerê telefone 131 450 bike.

Nûragîhandinên ji hukûmetên federal û wîlayetan

Agahiyên herî dawîn derheqê COVID-19 (Vîrosa Korona) de ji hukûmetên federal û wîlayetên australî de.

Agahiyên bi zimanê te

Hinek agahiyên sûdmend bi zimanên din derheqê şûnên alîkirinê de bo civatên cudaziman (CALD).

Agahdarî bo millet û civatên Aborijinî û Giravên Torres Strait

Here is a collection of resources for Aboriginal and Torres Strait Islander people and remote communities, about coronavirus.

Bidestxistina agahiyên bo alîkariyan

Hinek agahiyên bidestxistina alîkariyê bo kesên xwedî acizî derheqê rewşa li holê de li jêr in.

SSI di mîdyaya civatî de bişopîne bo bidestxistina nûçeyên herî dawîn û alîkariyên derheqê SSI û COVID-19 de (Vîrosa Korona)